Mazlûm Ebdî: Saziyên Rêveberiya Xweser amade ne ku bi dewleta Sûriyê re bibin yek

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mazlûm Ebdî, duh, roja Înê (07.03.2025) bi fermandarên hêzên Koalîsyona Navdewletî re civiya.Ebdî di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku aloziya li Sûriyeyê encax bi diyalogê çareser dibe û got, “Me bi Şamê re…

9 Adar 2025

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mazlûm Ebdî, duh, roja Înê (07.03.2025) bi fermandarên hêzên Koalîsyona Navdewletî re civiya.

Ebdî di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku aloziya li Sûriyeyê encax bi diyalogê çareser dibe û got, 

“Me bi Şamê re li hev kir ku ji bo çareserkirina nakokiyan serî li bijardeyên leşkerî nede.”

Ebdî diyar kir ku ew amade ne ku saziyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi dewleta Sûriyeyê re bikin yek û got, 

“Em ê şandeya danûstandinan bi Şamê re ava bikin.”

Fermandarê hêzên hevpeymaniya navdewletî piştevaniya xwe ji bo çareseriya aştiyane li Sûriyeyê dupat kir û tekez kir ku divê pirsgirêk bi diyalogê di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de bên çareserkirin. 

Wî her wiha got, 

“Em ê li ser wêrankirina şaneyên razayî yên DAIŞê berdewam bin.”