Karwaneke mezin a erebên Sûriyê ji Efrînê derket

Hate ragihandin ku piştî hilweşîna rejîma Esed vegera warên xwe ya erebên ku li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê hatibûn bicihkirin berdewam dike.Li gorî zanyariyan herî dawî bi sedan otombîl, otobus û barhilgirên malbatên ereb ji Efrînê derketin û ber bi…

28 Sibat 2025

Hate ragihandin ku piştî hilweşîna rejîma Esed vegera warên xwe ya erebên ku li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê hatibûn bicihkirin berdewam dike.

Li gorî zanyariyan herî dawî bi sedan otombîl, otobus û barhilgirên malbatên ereb ji Efrînê derketin û ber bi cihên xwe yên li Hema, Hims û Şamê bi rê ketin.

Li gorî agahiyan ev duyemîn karwan e ku bi kom ji Efrînê derdikeve, beriya niha jî karwanek ji navçeya Raco derketibû.

Li gorî çavkaniyên Efrînê, rojane malbatên hawirde ji Efrîn û navçeyên wê derdikevin û berê xwe didin bajarên xwe.