KOBANÎ – Li Sirînê di bombebarana Tirkiyeyê de gelek sivîlan canê xwe ji dest da

Li nahiyeya Sirînê ya bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di bombebarana Tirkiyeyê de herî kêm 6 kesan canê xwe ji dest da.Droneke Tirkiyeyê îro berê êvarê nahiyeya Sirînê ya li rojavayê Kobaniyê bombebaran kir.Li gorî nûçeya ANHayê, di encama bombebaranê…

28 Çile 2025

 Li nahiyeya Sirînê ya bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di bombebarana Tirkiyeyê de herî kêm 6 kesan canê xwe ji dest da.

Droneke Tirkiyeyê îro berê êvarê nahiyeya Sirînê ya li rojavayê Kobaniyê bombebaran kir.

Li gorî nûçeya ANHayê, di encama bombebaranê de herî kêm 6 sivîlan canê xwe ji dest daye.

Heta niha ne ji aliyê berpirsên Rojavayê Kurdistanê û nê jî aliyê Tirkiyeyê li ser mijarê ti daxuyaniyên fermî nehatine belavkirin.

Li aliyê din, artêşa Tirkiyeyê gundê Um Hermel ê Zirganê yê li bakurê Hisîçayê topbaran kir.

Di encama wê topbaranê de jî 3 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyeyê di van rojên dawî de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Doh li Başûrê Kurdistanê di du êrişên cuda ên Tirkiyeyê 6 kesan canê xwe ji dest dabû.