Berpirsa Amerîkî spasiya Serok Barzanî kir

Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Taylorê spasiya Serok Barzanî kir ku wî nûnerê xwe yê taybet şandiye Rojavayê Kurdistanê û bi aliyên Kurdistanî re civiyaye.Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamî Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Taylorê û…

16 Çile 2025

Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Taylorê spasiya Serok Barzanî kir ku wî nûnerê xwe yê taybet şandiye Rojavayê Kurdistanê û bi aliyên Kurdistanî re civiyaye.

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamî Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Taylorê û şandeya pê re pêşwazî kirin.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û ewlehî û pêşhatên dawî yên Îraq û Herêma Kurdistanê û Sûriye û Rojavayê Kurdistanê guftûgo hat kirin.

Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Taylorê spasiya Serok Barzanî kir ku wî nûnerê xwe yê taybet şandiye Rojavayê Kurdistanê û bi aliyên Kurdistanî re civiyaye.

Wê tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka piştgiriyê dide her hewlên ku bibe sedema nêzîkbûna aliyên Kurdî û pêkanîna aramiyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Di beşeke din a civînê de têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin nirxandin.

Baregeha Barzanî da zanîn ku şandeyê kêfxweşiya xwe ji bo danûstandinên di navbera aliyan de û bilezbûna gavên ber bi avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman.

Her wiha metirsiya derketina dubare ya terorê û pêwîstiya parastina aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû.