Rejîma Îranê li girtîgeha Kirmanşanê 4 kurd bi dar ve kirin

Cezayê bidarvekirina girtiyekî kurd ê bi navê Ferman Efrîstem ê xelkê Kirmaşanê ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest", dihat darizandin, 7ê Çileyê, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê pêk hat. Li gorî raporeke ku gihaye ber destên Saziya Mafê Mirov…

10 Çile 2025

Cezayê bidarvekirina girtiyekî kurd ê bi navê Ferman Efrîstem ê xelkê Kirmaşanê ku berê bi tohmeta “kuştina bi qest”, dihat darizandin, 7ê Çileyê, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê pêk hat. 

Li gorî raporeke ku gihaye ber destên Saziya Mafê Mirov a Hengawê; sibeha şemiyê (07.01.2025) Ferman Efrîstemê ji Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha Dîzilavayê ya Kirmanşanê hatiye bidarvekirin. 

Hengaw bi bîr dixe ku kurd, berî 4 salan bi tohmeta “kuştina bi qest” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî bidarvekirinê bûbû.

Hengaw tekez dike ji bilî wî; rejîma Îranê bi heman tohmetê 3 kurdên din jî bi dar ve kirine ku nasnameya wan weha ye: Mizefer Şahsiwarî (45), Mihemed Şehîdî (37) û Eşkan Kazimî.

Li gorî agahiyên vê raporê, nûçeya darvekirina van 4 girtiyên ji Rojhilatê Kurdistanê, heta niha jî ji teref medyaya rejîmê ve nehatiye belavkirin.