Bahçelî li ser hevdîtina bi Ocalan re daxuyanî da

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê hevdîtina li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan got: "Li holê pêvajoyeke bi navê çareseriyeke nû û pêvajoyek nîne."Devlet Bahçelî bi armanca pîrozbahiya sala nû peyameke nivîskî belav kir.Bahçelî di peyama xwe de behsa hevdîtina li…

31 Kanûn 2024

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê hevdîtina li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan got: “Li holê pêvajoyeke bi navê çareseriyeke nû û pêvajoyek nîne.”

Devlet Bahçelî bi armanca pîrozbahiya sala nû peyameke nivîskî belav kir.

Bahçelî di peyama xwe de behsa hevdîtina li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û mijarên siyasî kir.

Bahçelî got, “Li holê pêvajoyeke bi navê çareseriyeke nû û pêvajoyek nîne.

Tiştê ku dibe û divê bibe ew e; ji bo çarenûsa neteweyî û siberojê muxatab bê şert û cidî ketine dewrê(hatine ser xetê).

Di şertên nû de ku Tirkiye bûye akktorekî serekî ne pêkan e PKK/YPG li bakurê Îraqê û rojava û rojhilatê Feratê bimîne û dê teqez bê jinavbirin.

Têkdana navbera Tirk û Kurdan, serkêşiya fitneyê û bi armanca zerardayîna biratiya hezar salî têkdan û dabeşkirin daxwazeke vala ye.”

Bahçelî derbarê hevdîtina ligel Abdullah Ocalan de dibêje, hêviya biratiya Tirk û Kurdan xurttir kiriye.

“Bû destpêkeke xweş”

Bahçelî wiha berdewam kir: “Hevdîtina ku di 28ê Kanûna Pêşîn a 2024a de di navbera Îmraliyê û DEM Partiyê de hat kirin û hin beşên vê civînê ku bi giştî di medyayê de cih girtin, ne tenê demokrasî û hêviyên biratiya Kurd û Tirkan xurttir kir, di heman demê de bû destpêkeke xweş.

Divê qonax ji gotinan derbasî çalakiyê bibe û di dawiyê de gav bi gav encamên erênî û şênber bên kirin û bê derengî were ragihandin.

Îsal wê di bin hevahengiya îradeya hevpar de bingehên aştî û aramiyê yên sed salên pêş me bên avêtin.

Ne gotûbêj û ne jî agirbest wê bê nîqaşkirin; Manîfestoya ku mizgînî û berdêlên sedsala nû vedihewîne ya bi arasteya hişyar a Tirkiyeyeke bê teror û aştiyane, wê di demek nêzîk de derkeve holê.”