Amerîkayê li ser civîna Erdogan û Blinken daxuyanî da

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî rûxîna rejîma Beşar Esed ji gotûbêja li ser rewşa dawî çû Enqereyê û li gel Recep Tayyîp Erdogan civiya. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li…

13 Kanûn 2024

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî rûxîna rejîma Beşar Esed ji gotûbêja li ser rewşa dawî çû Enqereyê û li gel Recep Tayyîp Erdogan civiya. 

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê pêşwaziya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken kir û di hevdîtinê de mijarên “hevkariya bihêz a herêmî ya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de” û “piştgiriya pêvajoya veguhestina siyasî ya li Sûriyeyê” hatin gotûbêjkirin.

Li ser hevdîtina Erdogan û Blinken Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Wezîr Blinken li ser hevkariya herêmî ya xurt a Amerîka-Tirkiyeyê û berjewendiyên me yên hevpar ên ji bo piştgiriya veguheztina siyasî ya ji bo hikûmeteke berpirsyar û berfireh a Sûriyeyê nîqaş kir.”

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pêwîstiya rêzgirtina mafên mirovan, pabendbûna bi hiqûqa mirovî ya navneteweyî û parastina sivîlan û endamên komên kêmneteweyan hate nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Blinken bal kişand ser girîngiya alîkariya ji bo koçberên li Sûriyeyê û berdewamiya erkê Hevpeymana Navneteweyî ya li dijî DAIŞê.

Hat destnîşankirin ku Blinken di heman demê de li ser pêdiviya bilez a peymana agirbestê ya li Xezeyê jî nêrînên xwe anîne ziman.