ROJAVA – Çekdaran di mehekê de 41 kes girtine

Çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve vê mehê 41 kes girtine.Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê ragihand ku çekdarên komên Artêşa Niştimanî û Tehrîr el-Şamê yên di kontrola Tirkiyeyê de meha çiriya pêşin 41 kes girtine.Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ev…

30 Cotmeh 2024

Çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve vê mehê 41 kes girtine.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê ragihand ku çekdarên komên Artêşa Niştimanî û Tehrîr el-Şamê yên di kontrola Tirkiyeyê de meha çiriya pêşin 41 kes girtine.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ev kes li Efrîn û hinek deverên din ên bakurê Sûriyeyê hatine girtin.

Navendê destnîşan kir ku çekdaran ji serê salê ve jî 501 kes girtine.

Her wiha 2022yan 720 kes û 2023yan jî herî kêm 478 kes bi destên çekdaran hatine girtin.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.