Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ji encama hilbijartinê raziye

Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ragihand ku hilbijartina di 20ê Cotmehê de çêbû ya Parlementoya Kurdistanê, bi serkeftin derbas bûye û fikra wan bi vî rengiye. Civîna polîtburoya YNK di bin serpereştiya serokê wê Bafil Talabanî de hat kirin.Polîtburoya YNKê,…

23 Cotmeh 2024

Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ragihand ku hilbijartina di 20ê Cotmehê de çêbû ya Parlementoya Kurdistanê, bi serkeftin derbas bûye û fikra wan bi vî rengiye. Civîna polîtburoya YNK di bin serpereştiya serokê wê Bafil Talabanî de hat kirin.

Polîtburoya YNKê, civîna xwe li baregeha xwe ya nûh kir û li ser hilbijartinên 4 parêzgehên Kurdistanê encaman rave kirin. Buro ya YNKê daxwuyanî da û ji ber hilbijatinê xelkê Kurdistanê û hilbijêrên xwe pîroz kir. YNK ragihand ku sozên di hilbijartinê de daye, ji bo bi bicîhanîna wan sozan, xwe amade dike û got:

“Ji niha û pê de, divê em xwe ji bo hilbijartinên Iraqê amade bikin û divê YNK sekeftinên xwe yên li Kerkûkê û Herêma Kurdistanê bêhtir pêş bixe.”

YNK, di hilbijartinên20ê Cotmeha 2024an de di parlementoya Kyurdistanê de 24 kursî bidest xistibû û bûbû partiya duyem ya Kurdistanê.