GIRÊ SPÎ – Erebeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê pê li zarokekî kir û ew kuşt

Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê wesayîteke leşkerî ya Tirkiyeyê pê li zarokekî 15 salî kir û ew kuşt.Çavkaniyên cihî diyar kir ku wesayîta leşkerî ya Tirkiyeyê li navenda bajêr pê li wî zarokî kiriye.Zarokê 15 salî li cihê…

29 Tebax 2024

Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê wesayîteke leşkerî ya Tirkiyeyê pê li zarokekî 15 salî kir û ew kuşt.

Çavkaniyên cihî diyar kir ku wesayîta leşkerî ya Tirkiyeyê li navenda bajêr pê li wî zarokî kiriye.

Zarokê 15 salî li cihê bûyerê miriye.

Tirkiye û kom û komikên çekdar ên di kontrola wê de Çiriya Pêşîn a 2019an bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê dagir kirin.

Ji hingê ve li wan deran bêserûberiyeke ewlehiyê heye.

Çekdarên di bin fermana Tirkiyeyê de ziyaneke mezin didin Kurdan.

Tirkiye û komên wê yên çekdar hewl didin Kurdan bi darê zorê koçber bikin û demografiya Girê Spî û Serê Kaniyê biguherin.