Nêçîrvan Barzanî: Tarik Ziya Ekîncî dê tim li bîra me be

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbat û hevalên Tarik Ziya Ekîncî re xwest.Dîrokzan, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî doh koça dawî kir.Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û…

17 Tebax 2024

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbat û hevalên Tarik Ziya Ekîncî re xwest.

Dîrokzan, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî doh koça dawî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

“Ji bo koça dawiyê ya nivîskar û siyasetvan û ronakbîrê Kurd, Xwedêjêrazî Tarik Ziya Ekîncî, sersaxiyê li malbat û hevalên wî dikim, hevparê xema wan im.

Hêvî dikim Xwedayê mezin bi dilovaniya xwe canê wî şa bike û aramiyê bide hemûyan.

Em bi rêz û pêzanîn li ked û xizmeta wî dinêrin û her tim dê di bîra me de bimîne.”