Li Rihayê şerê esnaf û zabitayan: 15 kes birîndar bûn

Li navçeya Xelîliyê ya Rihayê di navbera zabitayên şaredariyê û esnafan de şer derket û 15 kes birîndar bûn.Piştî bûyerê 5 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirinLi gorî zanyariyan îro li taxa Devteştî ya navçeya Xelîliyê ya Rihayê…

19 Tîrmeh 2024

 Li navçeya Xelîliyê ya Rihayê di navbera zabitayên şaredariyê û esnafan de şer derket û 15 kes birîndar bûn.

Piştî bûyerê 5 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin

Li gorî zanyariyan îro li taxa Devteştî ya navçeya Xelîliyê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera zabitayên şaredariyê û hejmarek esnafan  de li ser cihê dezgehan nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê esnaf û zabitayên şaredariyê şerê hev kirin. Di şer de 11 esnaf û 4 zabita birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên Ruhayê.

Derbarê şer de lêkolîn hat destpêkirin û 5 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.