Li Şingalê otomobîlek hat bombebarankirin

Li Şingalê otomobîleke ku sê ket tê de bûn ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.Li nêzî Şengalê wesayîtek hate hedefgirtin. Fermandarê Asayîşa Êzidiyan diyar kir ku di wesayîtê de 3 kes tê de bûn.Welatiyekî bajarê Şingalê ku nêzikî bûrerê…

8 Tîrmeh 2024

Li Şingalê otomobîleke ku sê ket tê de bûn ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.

Li nêzî Şengalê wesayîtek hate hedefgirtin. Fermandarê Asayîşa Êzidiyan diyar kir ku di wesayîtê de 3 kes tê de bûn.

Welatiyekî bajarê Şingalê ku nêzikî bûrerê bû ji Rûdawê re ragihand, “Li nêzîkî xaleke kontrolê ya di navbera Şingal û Tel Qesabê de otomobîlek ji aliyê balafirê ve hat hedefgirtin, 2 kesên ku ji otomobîlê hatin hatin peyakirin birîndar bûn.”

Li aliyê din, Fermandeyê Asayişa Êzdixanê yê Şingalê Heyder Şeşo ji Rûdawê re ragihand: “Ew otomobîla YBŞyê ya ser bi PKKyê bû û du zilam û jinek tê de bûn.”

Heyder Şeşo da zanîn ku her du kes birîndar bûne ew rakirine nexweşxaneyeke Mûsilê û “Jina ku ne ji herêmê ye bi saxî xilas bû.”