Wê dokûmentera Sedam a derhênerê Kurd li welatê Ereb bê pêşandan

Fîlmê dokumenterî ‘Veşartina Sedam’ yê derhênerê Kurd Helkewt Mistefa di çarçoveya 77emîn Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Cannesê de, wê li 14 welatên Erebî bê pêşandan.Mistefa ragihand ku mafê pêşandanê yê fîlmê wî ji aliyê kompaniyeke Lubnanî ve hatiye kirin…

18 Gulan 2024

Fîlmê dokumenterî ‘Veşartina Sedam’ yê derhênerê Kurd Helkewt Mistefa di çarçoveya 77emîn Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Cannesê de, wê li 14 welatên Erebî bê pêşandan.

Mistefa ragihand ku mafê pêşandanê yê fîlmê wî ji aliyê kompaniyeke Lubnanî ve hatiye kirin û wê li 14 welatên Erebî jî bê pêşandan.

Helkewt Mistefa yê ku li Norwêcê dijî, kêfxweşiya xwe ya bo pêşandana fîlmê wî li hemû welatên Erebî anî ziman û got, ew hêvî dike ev pêngav rê li ber fîlmên derhênerên Kurd veke.

Fîlmê dokumenterî yê derhênerê Kurd ê bi navê “Veşartina Sedam Huseyîn” li ser çîroka kesê bi navê Alla Namiq ê di sala 2003yan de tevî ku 150 hezar leşkerên amerîkî li pey Sedam bûn, wî ew 235 rojan veşartibû hatiye çêkirin.

Fîlmê ‘Veşartina Sedam’ yekem car rojên 15, 16 û 18ê Mijdara 2023yan li Amsterdam a Holandayê hatibû pêşandan.