Li Hewlêrê sempozyûma Navnetewî ya Hişkesaliyê dest pê kir

Li peytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, îro 12ê Gulanê Sempozyûma Navnetewî ya taybet li ser hişkesalî û bandorên guhertina seqayê li ser rewşa siyasî, aborî û demografî ya Iraqê birêve diçe.Sempozyûm îro Yekşemê bi beşdariya Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma…

12 Gulan 2024

Li peytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, îro 12ê Gulanê Sempozyûma Navnetewî ya taybet li ser hişkesalî û bandorên guhertina seqayê li ser rewşa siyasî, aborî û demografî ya Iraqê birêve diçe.

Sempozyûm îro Yekşemê bi beşdariya Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û gelek berpirs û pisporan dest pê kir.

Di sempozyûmê de pisporên navdewletî yên li ser guhertina keşûhewayê xebatan dikin, wê gotarên xwe pêşkeş bikin.

Herwiha wê hişkesalî û bandorên guhertina seqayê de, li ser rewşa siyasî, aborî û demografiyê jî bên nirxandin.