PWK: Em êrîşa li Moskovayê li ser holeke konserê hatîye kirin şermezar dikin

Li Moskovaya Paytextê Rûsyayê, şeva 22yê adarê, di encama êrîşeke çakdarî ya li ser holeke konserê de, 115 kesan jîyana xwe ji dest dane û gelek birîndar hene.Em vê êrîşa hovane ya terorîstî ku li ser sivîlan hatîye kirin rûreş…

23 Adar 2024

Li Moskovaya Paytextê Rûsyayê, şeva 22yê adarê, di encama êrîşeke çakdarî ya li ser holeke konserê de, 115 kesan jîyana xwe ji dest dane û gelek birîndar hene.

Em vê êrîşa hovane ya terorîstî ku li ser sivîlan hatîye kirin rûreş dikin.

Em ji malbatên qurbanîyên vê êrîşê re sersaxîyê, ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)