PWKyê li Amed, Qoser û Batmanê Li Kolanan Borşurên Ji Bo Roja Zimanê Zikmakî ya Nevneteweyî Belavkir

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 21ê sibatê, bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Nevneteweyî, li kolan û qadên Amed, Mêrdîn û Batmanê (Êlih) borşurên bi kurdî (kurmancî, kirdkî-zazakî) û tirkî belav kirin.Gelê Amed, Qoser û Batmanê eleqeyeke…

21 Sibat 2024

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 21ê sibatê, bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Nevneteweyî, li kolan û qadên Amed, Mêrdîn û Batmanê (Êlih) borşurên bi kurdî (kurmancî, kirdkî-zazakî) û tirkî belav kirin.

Gelê Amed, Qoser û Batmanê eleqeyeke germ nîşanî broşurên PWKyê dan.

Di broşuran de ev sloganan hatine nivîsandin:

–21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî Pîroz Be!

— Bila zimanê kurdî (kurmancî- kirdkî-zazakî) bibe zimanê fermî!

— Perwerdeya bi zimanê Kurdî mafê me yê meşrû ye!

— Malbatên Kurdan ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijêrin

–Zimanê me hebûna me ye!

21.02.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

1-403.jpg2-458.jpg3-422.jpg4-333.jpg12-044.jpg6-192.jpg9-088.jpg13-029.jpg