24 salî bû hat girtin: Piştî 32 salan hat berdan

Yaşar Kirmiziyê ku ji sala 1992yan ve di girtîgehê de bû hat berdan.Yaşar Kirmizi, di 24 saliya xwe de hat girtin û di 56 saliya xwe de hat berdan.Kirmizi, 28ê Çiriya Pêşîna sala 1992yan li Rihayê hat desteserkirin.Dadgeha Ewlehiyê ya…

19 Sibat 2024

Yaşar Kirmiziyê ku ji sala 1992yan ve di girtîgehê de bû hat berdan.

Yaşar Kirmizi, di 24 saliya xwe de hat girtin û di 56 saliya xwe de hat berdan.

Kirmizi, 28ê Çiriya Pêşîna sala 1992yan li Rihayê hat desteserkirin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparçeyiya welêt” cezayê girtîgehê yê heta hetayî lê birî.

Kirmizi, di pêvajoya 32 salan de li girtîgehên Amed, Dîlok, Bolu û Xarpêtê ma.

Li gorî nûçeya MAyê, girtiyê Kurd Kirmizi, ji aliyê malbat û hevalên xwe ve li pêşiya girtîgehê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.

Yaşar Kirmizi tevî malbata xwe derbasî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bû.