Aleksey Navalni di girtîgehê jiyana xwe ji dest da

Rêveberiya Girtîgeha hejmara 3 ya herêma Yamalayê ya Rûsiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Aleksey Navalnî yek ji serokên opozisyona wî welatî roja Înê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da .Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di 16’ê Sibatê de,…

17 Sibat 2024

Rêveberiya Girtîgeha hejmara 3 ya herêma Yamalayê ya Rûsiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Aleksey Navalnî yek ji serokên opozisyona wî welatî roja Înê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da .

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di 16’ê Sibatê de, rewşa tendirustiya Aleksay Navalnî têk çûye û xebatkarên tendirustiyê yên girtîgehê destwerdana lezgîn kirine, lê mixabin hevkariya bijîşkan nebû alîkar û jiyana xwe ji dest da.

Sedemakê Kremlînê Dmîtrî Peskov jî ragihand, divê bijîşk sedema mirina Aleksey Navalnî lekolîn bikin û ji bo raya giştî eşkere bikin.