Parlamenteriya Can Atalay hat betalkirin

Biryara ku 3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind derbarê parlamenterê TÎPê yê Hatayê Can Atalayî de dabû hat xwendin û parlamenteriya Atalay hat betalkirin.Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn du caran biryar dabû ku mafê Atalay hatiye binpêkirin û nehat berdan,…

31 Çile 2024

Biryara ku 3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind derbarê parlamenterê TÎPê yê Hatayê Can Atalayî de dabû hat xwendin û parlamenteriya Atalay hat betalkirin.

Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn du caran biryar dabû ku mafê Atalay hatiye binpêkirin û nehat berdan, biryara ku 3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind a derbarê  Parlamenterê Hatayê yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalayî de dabû li Lijneya Giştî a Meclîsê hat xwendin.

Biryara derbarê Atalayî de Alîkarê Serokê Koma AKPê Bekîr Bozdag xwend. Piştî ku biryar hat xwendin parlamenteriyê Atalay hat betalkirin.