Omêd Xoşnaw: Hewlêr aram e û hemû amadekariyên pêwîst hatine kirin

Parêzgarê Hewlêrê ragihand, Hewlêr aram e û hemû amadekarî ji aliyê asayîş û polîsan ve hatine kirin.Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 16.01.2024an derbarê êrîşên ku li ser sînorê Hewlêrê de hatine kirin de ji K24ê re ragihand, Hewlêr aram e…

16 Çile 2024

Parêzgarê Hewlêrê ragihand, Hewlêr aram e û hemû amadekarî ji aliyê asayîş û polîsan ve hatine kirin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 16.01.2024an derbarê êrîşên ku li ser sînorê Hewlêrê de hatine kirin de ji K24ê re ragihand, Hewlêr aram e û hêzên asayiş û polîs hemû amadekariyên xwe bo her rewşeke nexwestî kirine û dê di xizmeta welatiyan de bin.

Derengê şeva borî çend dengên bilind li Hewlêrê hatin bihîstin û li gor şahidhalan, çend mûşek li asman hatin teqandin.