Cendirmeyên Tirkiyeyê di binpêkirinên li dijî sivîlan de berdewam in: 3 hezar û 75 Sûriyeyî kuştine

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê ve bi hezaran welatiyên Sûriyeyê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê bi guleyên cendirmeyên Tirkiyeyê hatin kuştin û birîndarkirin.Herwiha hejmarek cotkarên ku zeviyên wan li deverên sînorî ne, ji aliyê leşker…

14 Mijdar 2023

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê ve bi hezaran welatiyên Sûriyeyê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê bi guleyên cendirmeyên Tirkiyeyê hatin kuştin û birîndarkirin.

Herwiha hejmarek cotkarên ku zeviyên wan li deverên sînorî ne, ji aliyê leşker û cendirmeyan ve hatine kuştin û birîndarkirin.

Çalakvanê sivîl û mafnas Canor Şakir li ser binpêkariyan got:

“Ji sala 2015an ve Tirkiyeyê dîwarekî bi dirêjahiya 915 kîlometreyan di navbera xwe û Sûriyeyê de ava kiriye lê tevî vê yekê jî binpêkirin û tawanên cendirmeyan ên li ser sivîlên Sûriyeyê ranewestiyane.

Heta îro bi sedan sivîlên Sûriyeyî bi tivingan yan jî li bi lêdan û şkenceya hovane li ser sînor hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne.

Rapor û amarên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên xwecihî ve tên belavkirin, nîşan didin ku rêjeya kuştiyên jin û zarokan ji sedî 30-35 derbas kiriye.”

Piraniya qurbaniyan welatiyên sivîl in ku hewl didin sînor derbas bikin û derbasî Tirkiye yan jî Bakurê Kurdistanê bibin.

“Tirkiye nikare bi rêbazên rewa mijarê çareser bike?”

Beşek sivîlên ku hatine kuştin û birîndarkirin jî cotkar yan jî şêniyên navçeyên sînorî bûne.

Çalakvanê sivîl û mafnas Canor Şakir herwiha anî ziman:

“Gelo Tirkiye nikare bi rê û rêbazên rewa vê mijarê çareser bike? Mixabin heta îro, bi dehan raporên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî derketine.

Ew hişyariyan didin Tirkiyeyê lê mixabin ev binpêkirin û tawanên li ser sivîlên li ser sînor berdewam in.”

Li gorî amarên Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê, ji destpêka ku hêzên Tirkiyeyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne ango ji Tebaxa 2016an heta 30 Çiriya Pêşîna 2023yan, 3 hezar û 75 welatî li ser sînor hatine kuştin.

Rûdaw