Serokê GGCyê Felat Bozarslan, ji ber peyama wî ya pîrozbahîyê, Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk re peyama spasîyê şand

Serokê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat(Güneydoğu Gazeteciler Cemiyeti) Felat Bozarslan, ji ber peyama wî ya pîrozbahîyê, ji Serokê Giştî yê Partîya Welatparezên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk re peyama spasîyê şand.Birêz Mustafa OzçelîkEz bi navê xwe û lijneya xwe ya rêvebir spasiya…

13 Mijdar 2023

Serokê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat(Güneydoğu Gazeteciler Cemiyeti)  Felat Bozarslan, ji ber peyama wî ya pîrozbahîyê, ji Serokê Giştî yê Partîya Welatparezên Kurdistanê (PWK)  Mustafa Ozçelîk re peyama spasîyê şand.

Birêz Mustafa Ozçelîk

Ez bi navê xwe û lijneya xwe ya rêvebir spasiya we dikim û spasiyên xwe pêşkêşî we dikim ji bo peyam û piştevaniya we ya xweş. Piştgiriya we di rêwîtiya me ya bi dirûşmeya rojnamegeriya serbixwe, bêalî û azad de ji bo me pir bi nirx û watedar e. Peyama we ya hevgirtinê hêz da me.

Em spasiyên xwe pêşkêşî we hemû endam û rêveberên partiya we dikin.

Silav û rêz.

Felat Bozarslan

Serokê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat