Di heyamê Hefteyekê de pitir ji 30 Kolberî hatine kuştin û birîndarkirin

Gorî rapora saziya mafê mirove Îranê, tenê di Hefteyekê de aliyê kêm 30 kolberên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve bi desrêjiya rasteraste gulleyan, hatine kuştin û birîndarkirin.Hêzên mirovkuje rejîmê roja 6ê Xezelwerê koma kolberan li nawça Newsûdê dane ber…

30 Cotmeh 2023

Gorî rapora saziya mafê mirove Îranê, tenê di Hefteyekê de aliyê kêm 30 kolberên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve bi desrêjiya rasteraste gulleyan, hatine kuştin û birîndarkirin.

Hêzên mirovkuje rejîmê roja 6ê Xezelwerê koma kolberan li nawça Newsûdê dane ber gullan pitir ji 15 kesan ku xelkê Selasa bawecanî û Ciwanro yê bûn, birîndar bûn.

Birîndarbûna pitir ji 10 kolberan menteqa Hewramanê bi teqeya hêzên rejîmê.

Li ser sinûrê Banê, di heyamê hefteya derbasbûyî de kolberek hate kuştin û yêk jî birîndar bû.

Roja 30 yê Rezberê kolberek ku temen Zarok bû, û xelkê gundê Nîrêj girêdayî bi Newsûdê bû bi teqeya hêzên rejîmê bi giranî birîndar bû.

Roja 2 yê Xezelwerê kolberek bi navê Muhsin Ebdullahî, temen 35 salî û babê 4 Zarokan, li ser sinûrê Kêlê bo gulleyên hêzên çekdare rejîmê hate kuştin.

Cinayet û kuştina kolberan ji aliyê rejîmê ve bi awayê sîstematîk û bi pîlan ji aliyê sipaha terorîste Pastaran ve tête encamdanê û vê midehê zêdetir bûye.

Kuştin û birîndarkirina kolberan tenê bi armanca çêkirina tirs û xofê di nava xelkê Kurdistanê de ye bona pêşîgirtin ji berfirehbûna nerizayetiyan.

Çavkanî: Kurdistan Media