Peyama pîrozbahiya rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkefta 30ê Gelawêjê

Birêz “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ, bi hilkefta 30ê Gelawêjê, salvegera yekgirtina her du aliyên demokrat, peyama pîrozbahiyê belav kir.Deqa peyamê wiha ye:Roja 30ê Gelawêjê, di dîroka xebata dehan sale ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de,…

21 Tebax 2023

Birêz “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ, bi hilkefta 30ê Gelawêjê, salvegera yekgirtina her du aliyên demokrat, peyama pîrozbahiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Roja 30ê Gelawêjê, di dîroka xebata dehan sale ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, rojeke dîrokî tê hesibandin. Li sala 1401an û di rojeke wiha de, rêberayetiya her du aliyên Hizba Demokrat, piştî 16 salan ji hev veqetîn, bi hesta berpirsyarî û têgihîştina pêwîstiya siyasî û teşkîlatî, biryara yekgirtina refên Hizba Demokratê gihandine encamek dilxweş.

Ev yekgirtine di destpêka qonaxa tevgera Jînayê de, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”, girîngiyeke teşkîlatî û giraniyeke siyasiya wisa hebû ku piştre li ser şeqamên Kurdistan û deverên din ên Îranê xuya bû û li ser hêz û hevkêşeyên siyasî li asta Kurdistan, Îran û raya giştî ya cîhana derve bandordar bû û herwisa banga yekîtî û yekrêziyê gihandine guhê azadîxwazên Îranê.

Aliyên rêxistinî û siyasî yên vê yekgirtinê û aliyên wê yên gotarî û meydanî, niha jî dewlemendiyeke mezin a tevgera neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Tevlihevkirina nirx û destkevtên vê yekgirtinê ji sermaye û hêza nayê înkarkirin a Rojhilatê Kurdistanê weke kûrahiya stratejîka xebat û têkoşîn, berdewamî û serkevtina tevgerê misoger dike. Nîşana sereke di vê navberê de, ev rastiye ye ku hêz di yekîtiyê de ye.

Di vê rojê de, me silav û rêz ji bo ked û emegnasiya kadr, pêşmerge û endamên Hizba Demkrat heye ku di heyama sala borî de mezinatiya hizbê û pêşmerge wekî xwe li ser pê ragirtine.

Salvegera yekgirtina refên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li tev civata xelkê Kurdistanê, malbatên şehîdan, girtiyên siyasî, endam, alîgir, kadr û pêşmergên vê hizbê pîroz be.

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ

30ê Gelawêja 1402 a Rojî