Li Amedê agirê daristanê hat vemirandin lê li Mêrdinê berdewam e

Agirê daristanê yê ku doh li navçeya Licê ya Amedê derketibû hat vemirandin. Hewla vemirandina agirê li Mêrdinê jî berdewam e.Li taxên Tepe, Kabakaya û Kutluyê yên Licê doh li nêzîkî qada daristanê û baxçeyan ji ber sedemeke nediyar agir…

14 Tebax 2023

Agirê daristanê yê ku doh li navçeya Licê ya Amedê derketibû hat vemirandin. Hewla vemirandina agirê li Mêrdinê jî berdewam e.

Li taxên Tepe, Kabakaya û Kutluyê yên Licê doh li nêzîkî qada daristanê û baxçeyan ji ber sedemeke nediyar agir derket.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Rêveberiya Dezgeha Daristanê ya Amedê, Şaredariya Licê û Şaredariya Karazê hewl dan agir vemirînin.

Ekîbên agirkujê yên şaredariyan, karkerên daristanê û cendirme bi hev re xebitîn û agir hat vemirandin.

Xebatên sarkirinê berdewam dikin.

Di şewatê de 5 hektar daristan û 10 hektar jî çêre xisar dît.

Li Mêrdinê hewlên vemirandina agir berdewam in

Ji aliyê din ve ji asîman û bejahiyê ve hewlên vemirandina agirê ku li navçeyên Artuklû û Şemrexê yên Mêrdînê li daristan û qadên pûş ketibû, berdewam in.

Li taxên navçeyên Artuklû û Şemrexa Mêrdînê ji ber sedemên ku hîn jî nayên zanîn agit derket.

Ji bo agirê ku li gundê Elmabahçeya Artukluyê û Kişlak û Gumuşyuvaya Şemrexê berdewam e, ekîbên îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Rêveberiya Herêmê ya Daristanan a Mêrdînê çûn cihê şewatê.

Ekîb hewl didin ku şewata ku bi bandora ba belav dibe ji asîman û bejahiyê ve vemirînin.

Bi piştevaniya gundiyan jî ji bo vemirandinê xebat berdewam in.