Li Şamê di merasîma Aşûreyê de teqîn: Gelek kuştî û birîndar hene

Li paytexta Sûriyeyê Şamê di dema amadekariyên merasîma Aşûreyê de teqînek çêbû.Di teqînê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bûn.Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand, di teqîna li taxa Seyîde Zeynebê ya Şamê…

28 Tîrmeh 2023

 Li paytexta Sûriyeyê Şamê di dema amadekariyên merasîma Aşûreyê de teqînek çêbû.

Di teqînê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand, di teqîna li taxa Seyîde Zeynebê ya Şamê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî ragihand ku teqînê di dema amadekariyên merasîma Aşûreyê de rû daye.

Teqînê bi otomobîleke bombebarkirî rû da û ji bilî zerara canî, çend otomobîl û avahiyên li derdorê jî xisareke zêde dît.

Ev teqîna duyem e ku di maweyê 48 demjimêrên borî de li Şamê çêbûye.