Tûrên kanoyê li ser Çemê Munzurê: Geştyar hemû xweşikahiyên çem dibînin

Li navçeya Pulurê ya Dêrsimê geştyarên diçin betlaneyê li ser Çemê Munzurê tûrên kanoyê dikin.Navçeya Pulurê ku bi sûlav, zozan, çem û golên xwe navdar e, sal bi sal zêdetir bala geştyarên xwecîhî û biyanî dikişîne.Bi taybetî havînê kesên ku…

27 Tîrmeh 2023

Li navçeya Pulurê ya Dêrsimê geştyarên diçin betlaneyê li ser Çemê Munzurê tûrên kanoyê dikin.

Navçeya Pulurê ku bi sûlav, zozan, çem û golên xwe navdar e, sal bi sal zêdetir bala geştyarên xwecîhî û biyanî dikişîne.

Bi taybetî havînê kesên ku berê xwe didin wê derê li qadên kampên çadiran, malên bungalov û otelên butîk dimînin.

Geştyar wextê xwe di nava siruştê de derbas dikin û beşdarî tûrên kanoyê jî dibin.

Hin dezgehên ku karê kanoyê dikin, mêvanan bi pêşengiya rêberan dibin devera Pireya Xozatê û li vê derê wan perwerde dikin û li kanoyan siwar dikin.

 

Tûrên kanoyê yên li ser Çemê Munzurê

Tûrên kanoyê yên li ser Çemê Munzurê

Mêvan bi komî li ser Çemê Munzurê bi kanoyan nêzîkî 6 kîlomêtre li ser avê diçin.

Cemal Akbayîn ê li bajêr bi çalakiyên werzîşê re mijûl e, diyar kir ku ew tûrên kanoyê dikin û hemû xweşikahiyên Çemê Munzurê dibînin.

“Em li ser kanoyê hemû xweşikahiyên” 

Cemal Akbayîn qala kêfxweşiya geştyaran kir û got:

“Li Pulurê Çemê Munzurê niha pir xweş e. Pêlên avê ne zêde ne. Di fetlonekan de kano pir xweş dibe û dîmenên xweş derdikevin holê. Em li ser kanoyê hemû xweşikahiyên Çemê Munzurê dibînin. Ji gelek bajar û navçeyan turîst tên vir. Dema ew tên em jî bi wan çalakiyên sportîf didin kirin û kesên li kanoyê siwar dibin, pir şa dibin.”

 

Tûrên kanoyê li ser Çemê Munzurê

Turên kanoyê li ser Çemê Munzurê