Li Minbicê teqîn: Di teqînê de 3 endamên HSDê canê xwe ji dest dan

Li bajarê Minbicê yê di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, îro 9ê Tîrmehê teqînek çêbû û di encamê de serkirdeyek û 2 endamên Encûmena Leşkerî ya Minbicê canê xwe ji dest dan.Li gorî zanyariyên Rûdawê, teqîn li ser riya Helebê…

10 Tîrmeh 2023

Li bajarê Minbicê yê di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, îro 9ê Tîrmehê teqînek çêbû û di encamê de serkirdeyek û 2 endamên Encûmena Leşkerî ya Minbicê canê xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, teqîn li ser riya Helebê û li rojavayê bajarê Minbicê çêbûye û otomobîlek teqiyaye

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî dibêje, çek û teqemenî di otombêlê de hebûne û ew çek di otomobîlê de teqiyane.

Asayişa Minbicê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve têkildarî bûyera teqînê dest bi lêkolînê kiriye, lê hîn ti daxuyanî li ser wê teqînê û 3 kesên ku têde canê xwe ji dest dane, nedaye.

Derbarê teqînê de hêj ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê HSDê ve nehatiye dan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew 3 kes ser bi Encûmena Leşkerî ya Minbicê ve ne, ku yek ji wan ê bi navê Heysem bavê Hatim serkirdeyê Encûmena Leşkerî ya Minbicê û herdu kesên din jî endamên wê encûmena leşkerî ne û navêyekî Salih û yê din jî Zolfan e.