Wezîrê Navxwe yê Herêmê ligel rayedarên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê civiya

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman ragihand, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Alîkara Sekreterê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bo Karûbarên Asayîşa Navdewletî, li ser mijara têkbirina DAIŞê civiyan.Beyan Samî Ebdurehman li ser hejmara xwe ya…

13 Hezîran 2023

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman ragihand, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Alîkara Sekreterê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bo Karûbarên Asayîşa Navdewletî, li ser mijara têkbirina DAIŞê civiyan.

Beyan Samî Ebdurehman li ser hejmara xwe ya Twitterê ragihand: “Hevdîtineke berhemdar û dostane di navbera Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Alîkara Sekreterê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bo Karûbarên Asayîşa Navdewletî Celeste Wallander de birêve çû.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir: “Di civînê de têkbirina DAIŞê, girîngiya rêkeftina hevtêgihiştina navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Pêşmerge û herwiha bihêzkirina dostaniya navbera herdu aliyan hatin gotûbêjkirin.”

Beyan Samî Ebdurehman dibêje: “Di civînê de Alîkara Cîgirê Sekreterê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Rojhilata Navîn Dana Stroul amade bû.”

Nûçe: Kurdistan 24