Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya leşkerî ya hêzên Pêşmerge dubare kir

Hat ragihandin ku îro 1ê Hezîranê şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ya bi serokatiya Şêwirmendê Leşkerî yê Hêzên Hevpeymanan, serdana Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê kir û piştevaniya leşkerî ya ji bo hêzên Pêşmerge dubare kir.Di hevdîtina ku li Dîwana…

2 Hezîran 2023

Hat ragihandin ku îro 1ê Hezîranê şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ya bi serokatiya Şêwirmendê Leşkerî yê Hêzên Hevpeymanan, serdana Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê kir û piştevaniya leşkerî ya ji bo hêzên Pêşmerge dubare kir.

Di hevdîtina ku li Dîwana Wezareta Pêşmerge hat kirin de, li ser hevahengiya zêdetir û pêşvebirina beşên Wezareta Pêşmerge, li gor rênimayên projeyasaya çaksazî û alîkariya şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Herêma Kurdistanê, gotûbêj hate kirin.

Herwiha li ser pêngavên demên dawî yên Wezareta Pêşmerge di mijara çaksaziyan hêzan de, şanda serbazî ya Hevpeymanan ragihand: “Pêngavên Wezareta Pêşmerge di mijara çaksazî û yekgirtina beşek ji yekeyên cuda yên Pêşmerge de, cihê dilxweşiya hemûyan e.”

Şanda Hevpeymanan diyar kir, “Mijara çaksazî û yekgirtina beşek ji yekên cuda yên Pêşmerge pêngaveke girîng û pêwîst e ji bo siberoja hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê.”

Şêwirmendê Leşkerî yê Hêzên Hevpeymanan di proseya çaksazî û perwerde û rahênanan de alîkarî û piştevaniya xwe ji bo Wezareta Pêşmerge dubare kir.