Heval Ebûbekir: Girîng e aliyên siyasî piştevaniya hikûmetê bikin

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand, divê hilbijartin di dema xwe de were kirin û got: “Girîng e aliyên siyasî bi hev re rûnin û piştevaniya hikûmetê bikin.”Heval Ebûbekir ji Kurdistan24ê re ragihand, divê hilbijartin di dema xwe de were kirin…

20 Gulan 2023

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand, divê hilbijartin di dema xwe de were kirin û got: “Girîng e aliyên siyasî bi hev re rûnin û piştevaniya hikûmetê bikin.”

Heval Ebûbekir ji Kurdistan24ê re ragihand, divê hilbijartin di dema xwe de were kirin û ev jî rewşa Herêma Kurdistanê baştir dike.

Di salvegera koça dawî ya Newşîrwan Mistefa de Heval Ebûbekir diyar kir: “Divê hêzên siyasî têbigihin ku hilbijartin girîng e ku di dema xwe de were kirin, ev jî baweriya welatiyan zêdetir dike.”

Parêzgarê Silêmaniyê herwiha ragihand: “Girîng e aliyên siyasî bi hev re rûnin û piştevaniya hikûmetê bikin.”

K24