Hejmara leşker û cerdevanên ku li Şirnexê hatine kuştin bû 5

Hat ragihandin ku di şerê ku li herêma Besta ya Şirnexê di operasyona li dijî gerîlayên PKKê de derket de leşkerekî din ê artêşa Tirkiyê û cerdevanek mirine.Wezareta Berevaniya Tirkiyê di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya…

17 Gulan 2023

 Hat ragihandin ku di şerê ku li herêma Besta ya Şirnexê di operasyona li dijî gerîlayên PKKê de derket de leşkerekî din ê artêşa Tirkiyê û cerdevanek mirine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyê de ragihand ku Çawîşê pispor ê bi navê Ozcan Îlhan miriye.

Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê da zanîn cerdevanê birîndar ê bi navê Cevher Ozgun jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro ragihandibû ku di encama şerê ku li herêma Bestayê derketibû de 3 cendirme hatine kuştin û cerdevanek jî bi giranî birîndar bûye. Herwiha wezaretê diyar kir ku 3 gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane.