Kombûna nerizayetiya mamosteyên dibistanê li piraniya bajarên Kurdiastan û Îranê bi rê ve çû

Li ser banghêjiya Şêwreya Hevahengî ya Rêkxistinên Sendîkayî, îro roja Sêşemî 19ê Banemerê, li piraniya bajarên Kurdistan û Îranê mamosteyên dibistananan derheq daxwazkariyên xwe û berdana mamosteyên girtî di girtîgehên rejîmê de, kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.Li gor wêne…

10 Gulan 2023

Li ser banghêjiya Şêwreya Hevahengî ya Rêkxistinên Sendîkayî, îro roja Sêşemî 19ê Banemerê, li piraniya bajarên Kurdistan û Îranê mamosteyên dibistananan derheq daxwazkariyên xwe û berdana mamosteyên girtî di girtîgehên rejîmê de, kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Li gor wêne û vîdyoyên belavbûyî ji kombûna nerizayetiya mamosteyan li bajarên Kurdistan û Îranê, îro roja Sêşemî li parêzgehên wek Kirmaşan, parêzgeha Merkezî, Ehwaz, Xûzistan, Tehran, Sine û çendîn parêzgehên din ên Îran û Kurdistanê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Li gor çavkaniyek agehdar li bajarê Sinê, mamosteyên mangirî yên vî bajarî rastî êrîş û lêdana hêzên rejîma Îranê hatine.

Dirûşmên wan mamosteyên dibistanê ev in: “Mamosteyên girtî divê bêne azadkirin, wekheviya mûçeya malnişînkirin, jehrîkirina dersxwanan tawan e li dijî mirovatiyê, guhnedan bi perwerde û hînkarî, guhnedan bi paşeroja ciwanan û welat e”.

Eva çendemîn car e ku mamosteyên dibistanê bi vî awayî kombûna nerizayetiyê dereq azadkirina mamosteyên girtî û kêmbûna mûçeyên xwe bi rê ve didin, lê rejîma Îranê ne tenê guhdarê daxwazkariyên wan nabe, belkî bi dehan mamosteyên dibistanan piştî kombûnê bo îdareyên ewlehî têne gazîkirin û li wir jî têne binçavkirin.

Nûçe: Kurdistan Media