Serok Barzanî pêşwazî li şandeke HUDA PARê kir

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê hat gotûbêjkirin.Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 26ê Nîsana 2023an li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ya bi serokatiya Zekeriya Yapicioglu kir.Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê…

27 Nîsan 2023

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê hat gotûbêjkirin.

Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 26ê Nîsana 2023an li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ya bi serokatiya Zekeriya Yapicioglu kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê hat gotûbêjkirin û li ser çareseriya aştiyane ya kêşeyan û rêya diyalog û hevtêgihiştina navbera gelên navçeyê, danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Her di vê civînê de tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Doza Azad (HUDA PAR) hat kirin.