Serokomarê Çînê bo cara sêyem hat hilbijartin

Xi Jinping bo cara sêyem ji bo dema pênc salan bo Serokomariya Çînê hat hilbijartin. Xi Jinping bo cara sêyem ji bo dema pênc salan bo Serokomariya Çînê hat hilbijartin û ew piştî Mao Tse-tung, wek serkirdeyê herî bihêz yê…

10 Adar 2023

Xi Jinping bo cara sêyem ji bo dema pênc salan bo Serokomariya Çînê hat hilbijartin.

 Xi Jinping bo cara sêyem ji bo dema pênc salan bo Serokomariya Çînê hat hilbijartin û ew piştî Mao Tse-tung, wek serkirdeyê herî bihêz yê welatê Çînê tê dîtin.

Îro Înê, li Parlamentoya Çînê nêzîkî 3 hezar endamên parlamentoyê bi yekdengî, deng dan serokê 69 salî, serkeftina Xi Jinping piştî dirêjkirina dema serokatiya Partiya Komunîst a Çînê û Komîsyona Serbazî tê, ku du postên girîng in di desthilata welat de.

Parlamentoya Çînê ku nêzîkî 3 hezar endamên wê hene, li Hola Mezin a Gel a li Pekînê, bi yekdengî deng dan ji bo hilbijartina Xi Jinping yê 69 salî ji bo serokatiya welat, di hilbijartinekê de ku tenê Jinping namzed bû, ji 3 hezar dengan, 2 hezar û 952 parlamenteran deng dan Serokomarê Çînê.