Erdogan: Em di 10ê Adarê de pêvajoya hilbijartinê didin destpêkirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, "10ê Adarê roja înê, biryara hilbijartinê ya li gorî desthilata ku Destûr dide me, di rojnameya fermî de bê weşandin û em dê pêvajoya hilbijartinê bidin destpêkirin."Serokomar Erdogan piştî civîna kabîneyê li ser pêvajoya…

7 Adar 2023

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, “10ê Adarê roja înê, biryara hilbijartinê ya li gorî desthilata ku Destûr dide me, di rojnameya fermî de bê weşandin û em dê pêvajoya hilbijartinê bidin destpêkirin.”

Serokomar Erdogan piştî civîna kabîneyê li ser pêvajoya hilbijartinê daxuyanî dan û wiha axivî: “10ê Adarê roja înê, biryara hilbijartinê ya li gorî desthilata ku Destûr dide me, di rojnameya fermî de bê weşandin û em dê pêvajoya hilbijartinê bidin destpêkirin. Em biryarnameya Serokomariyê amade dikin ku ziyanpêketiyên erdhejê îqametgeha xwe yan qeyda xwe ya hilbjêrtiyê biguherin ji maf û îmkanan bêpar nebin. Merc e ku pêvajoya rê bide çewtbûna rojevê li paş bê hiştin û ji nîqaşên hilbijartinê em derkevin. Çêbûna hilbijartinê di 14ê gulanê de dê vê derfetê bide me.”