Mezlûm Ebdî: Tirkiye di vê dema karesata erdhejê de bi hincetên nerast êrîş dike…

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser êrîşên Tirkiyê yên ser Til Rifat û Kobanî û bombekirina otomobîlan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve peyamek belav kir. Ebdî di peyama ku li ser Twitterê bi…

25 Sibat 2023

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser êrîşên Tirkiyê yên ser Til Rifat û Kobanî û bombekirina otomobîlan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve peyamek belav kir.

 Ebdî di peyama ku li ser Twitterê bi Îngilîzî û Erebî belav kiriye de dibêje ku di hefteya dawî de Tirkiyê welatiyên sivîl li Til Rifet û Kobanî kirine armanc û di demeke ku hemû herêm û cîhan bi erdeja li Tirkiyê û Sûriyê re mijûl in de, Tirkiye welatiyên sivîl li Rojavayê Kurdistanê hedef digire.

Mezlûm Ebdî diyar dike; “Bêyî ku guh bide karesata mirovî ya erdhejê li Tirkiyê û Sûriyê, ku tê de bi deh hezaran kesan can dane û ji ber karesatên xwezayî bi deh hezaran kes li derve dimînin, Tirkiye bi hincetên nerast dijmintiya xwe li dijî gelê Kurd berdewam dike.”

Ebdî di beşeke din a peyama xwe de daye zanîn: “Di demeke ku hemû karên navdewletî û herêmî ji bo şandina alîkariyên mirovî ji bo navçeyên wêranbûyî li Tirkiyê û Sûriyê berdewam dikin de, di demeke wiha de dronên Tirkiyê roja Çarşemê otombîleke sivîl li gundewarê Qamişlo bombebaran kir, di encam de welatiyekî sivîl can da û endamekî Asayişê birîndar bû.”