Keça Qazî Mihemed koça dawî kir

Suheyla Qazî keça demezrînerê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed li bajarê Bonnê yê Almanya koça dawî kir.Suheyla Qazî Mihemed di 11.07.1941an de li Mehabadê ji dayîk bûye û di şeva 24-02-2023-an de di temenê xwe yê 82an de koça dawî…

25 Sibat 2023

Suheyla Qazî keça demezrînerê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed li bajarê Bonnê yê Almanya koça dawî kir.

Suheyla Qazî Mihemed di 11.07.1941an de li Mehabadê ji dayîk bûye û di şeva 24-02-2023-an de di temenê xwe yê 82an de koça dawî kiriye. Ew pêncemîn zaroka Pêşewa Qazî Mihemed bû.

Suheyla Qazî şeş xwişk û birayek hebûn; Birayê wê Elî Qazî roja 11.07.2022an koça dawî kir.

Pêşewa Qazî Mihemed serokê Komara Kurdistanê bû, ku di sala 1945an de hatibû damezrandin û 11 meh li ser piya ma. Pêşewa Qazî li Meydana Çarçira ya Mehabadê hat darvekirin.

Malbata Pêşewa Qazî Mihemed piştî darvekirina wî koçî Tehranê kirin; Suheyla Qazî wê demê 17 salî bû.

Suheyla Qazî piştî şoreşa Îranê çûye Almanyayê û sê kurên wî hene. Suheyla Qazî ji wênekişandinê hez dikir û bi piranî wêneyê xwezayê dikişand.