Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Tirkiyê gihîşt 43 hezar û 556 kesan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ji ber erdhejên ku navenda wê parêzgeha Mereşê ye, 43 hezar û 556 kesan canê xwe ji dest dan.Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ji ber erdhejên ku navenda wê parêzgeha Mereşê…

23 Sibat 2023

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ji ber erdhejên ku navenda wê parêzgeha Mereşê ye, 43 hezar û 556 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ji ber erdhejên ku navenda wê parêzgeha Mereşê bû, 43 hezar û 556 kesan canê xwe ji dest dan.

Suleyman Soylu beşdarî weşana TRTê bû û ragihand, ji ber erdhejên ku navenda wê parêzgeha Mereşê bû, 43 hezar û 556 kesan canê xwe ji dest dane.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û bi hezaran kesî canê xwe ji dest dane.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihandiye.