Li Cindirêsê di erdheja îro êvarê de hinek avahî hilweşiyan

Erdheja ku li parêzgeha Hatayê çêbû li piraniya navçeyê û parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hat hestkirin.Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro 20 Sibata 2023ê demjimêr 20.04 erdhejek bi hêza 6.4 pileyê rîxterê navenda navçeya Defeneyê ya…

21 Sibat 2023

 Erdheja ku li parêzgeha Hatayê çêbû li piraniya navçeyê û parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hat hestkirin.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro 20 Sibata 2023ê demjimêr 20.04 erdhejek bi hêza 6.4 pileyê rîxterê navenda navçeya Defeneyê ya Hatayê bû çêbû û li pey wê yek jî li navçeya Samandagiyê di saet 20.07an bi mezinahiya 5,8an çêbû.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn – Sûriye, Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihandiye, bi sedema erdheja 20:04 bi dema Hewlêrê, ku li Hatay çê bû, bandor li navçeyên Herêma Efrînê jî kir, ku li bajarokê Cindirêsê 2 avahiyên ziyandîtî ji erdheja bûrî, û minareya mizgeftekê jî ruxiyan, lê ziyanên canî nebûn.

Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê ragihandiye ku, bi sedema erdheja 06ê Sibata 2023yan, heta niha 1 hezar û 100 kesî canên xwe jidest dane. Herwiha 278 avahî bi tevayî wêran bûne û 1 hezar û 110 avahiyên din jî ziyan gihiştiye wan û li ber ketinê ne.

 

ÇAVKANÎ: RÛDAW