Rejîma Îranê pîlaneke qirêj li bajarê Mihabadê bi rê ve dibe

Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat di nûçeyekê de ragihandiye ku, girûpek ji kesên nenaskirî li ser navê pêşmergên Hizba Demokrat li devera Mihabadê mijûlê bacwergirtin û çêkirina fitneyan in.Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat daye zanîn ku ew hatine agehdarkirin ku di heyama…

15 Sibat 2023

Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat di nûçeyekê de ragihandiye ku, girûpek ji kesên nenaskirî li ser navê pêşmergên Hizba Demokrat li devera Mihabadê mijûlê bacwergirtin û çêkirina fitneyan in.

Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat daye zanîn ku ew hatine agehdarkirin ku di heyama wan çend rojên derbasbûyî de, girûpeke çekdar bi pîlaneke dariştî û li ser navê pêşmergên Hizba Demokrat, serdana gund û deverên Mihabadê dikin û daxwaza hevkariyê ji xelkê deverê dikin.

Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat di vê derheqê de bi xelkê Kurdistan û bi taybet devera Mihabadê re radigehîne ku wan kesane ti cure pêwendiyek bi Hizba Demokrat re nîne û divê xelkê biwêr û azadêxwaz ên Kurdistanê agehdarê pîlanên dujminên Kurd bin.

Nûçe: Kurdistan Media