Hejmara qurbaniyên erdheja Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin

Li bajarê Xoyê yê ser bi Urmiyê ve şeva borî bi hêza 5.9 pile erdhejekê rû da û li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin.Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Muctehîdî derbarê ziyanên erdhejê de ji ajansa “IRNA” re ragihand,…

29 Çile 2023

Li bajarê Xoyê yê ser bi Urmiyê ve şeva borî bi hêza 5.9 pile erdhejekê rû da û li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin.

Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Muctehîdî derbarê ziyanên erdhejê de ji ajansa “IRNA” re ragihand, di erdhejê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 816 kes jî birîndar bûne.

Bajarê Xoyê ser bi parêzgeha Urmiyê ve, dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê û di navbera her du golên Wan û Urmiyê de ye û nêzîkî 200 hezar kes lê dijîn