Ji Rihayê bi Kurmancî û Zazakî banga zimanê Kurdî

Kampnaya dersa bijarte li parêzgeha Riha berdewam e, rêkxistinên sivîl û aliyên siyasî piştevaniya vê kampanyayê dikin.Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kampanya dersa bijarde ya zimanê Kurdî berdewam e. Ji rêxistinên sivîl heta partiyên siyasî gelek alî piştîvaniya kampanya zimanê…

20 Çile 2023

Kampnaya dersa bijarte li parêzgeha Riha berdewam e, rêkxistinên sivîl û aliyên siyasî piştevaniya vê kampanyayê dikin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kampanya dersa bijarde ya zimanê Kurdî berdewam e. Ji rêxistinên sivîl heta partiyên siyasî gelek alî piştîvaniya kampanya zimanê Kurdî dikin û banga hilbijartina dersê dikin.

Kampanya îsal a ji bo hilbijartina dersa bijarde ya Kurdî li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi germî birêve diçe.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê Aziz Baydilli balê dikşîne ser otoasîmîlasyonê û hişyariyê dide malbatên Kurd û daxwazê ji wan dike ku bo zarokên xwe dersa Kurdî li dibistanan hilbijêrin.

Serokê Şaxa Partiya DEVAyê ya Rihayê parêzer Ahmet Tuysuz ku li ser tabeleya wan zaravayên Kurmancî û Zazakî jî hene, bi Zazakî bang dike û ji malbatan dixwaze zimanê xwe yê dayikê hilbijêrin.

Sazî û rêxistinên sivîl bi serpereştiya HEZKURDê 10ê Çileya 2023ê ji bo hilbijartina dersên bijarde yên bi zaravayên Zazakî û Kurmancî kampanya dabûn destpêkirin. Pêvajoya hilbijartina dersên bijarde li dibistanan 16ê Çileyê destpê kir û heta 10 Sibatê berdewam dike. Malbatên ku zarokên wan di pola 5, 6, 7 û 8an de dixwînin dikarin ji bo zarokên xwe dersên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin, daku zarokên wan sala 2023-2024 heftane demjimêrekê dersa Kurdî bibînin.