Konsûlê Amerîka: Avakirina konsûlxaneya herî mezin nîşaneya mayîna me ya li Kurdistanê ye

Konsûlê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks Jr.îro 4ê Çileyê di civîneke rojnamevanî de, ragihand ku avakirina konsûlxaneya herî mezin a Amerîkayê nîşaneya wê ye ku em ê li Herêma Kurdistanê bimînin.Hicks got, wê di sala 2023yan de…

4 Çile 2023

Konsûlê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks Jr.îro 4ê Çileyê di civîneke rojnamevanî de, ragihand ku avakirina konsûlxaneya herî mezin a Amerîkayê nîşaneya wê ye ku em ê li Herêma Kurdistanê bimînin.

Hicks got, wê di sala 2023yan de jî serdanên rayedarên payebilind ên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê berdewam bikin û got: “Hatina rayedarên payebilind ên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê û avakirina konsulxaneya herî mezin a welatê me, nîşaneya wê yekê ye ku em ê li Herêma Kurdistanê bimînin.”

Irvin Hicks Jr. di civîna rojnamevanî ya Hewlêrê de, bal kişand ser rêkeftina navbera Wezareta Berevaniya Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge û got: “Em dixwazin Pêşmerge li ser lingên xwe bisekine û rûbirûyî gef û metirsiyên DAIŞê bibe. Eger gefên DAIŞê dawî bibe, xelkê ku aware bûne, bi dilniyayî dikarin vegerin cih û warên xwe.”

Konsulê Giştî yê Amerîka diyar kir: “Em pêşwaziyê li hevahengî û xebata hevbeş a Wezareta Pêşmerge ligel tîma me ya serbazî dikin, da ku gefên DAIŞê dubare nebin û em di parastina welatiyên vê herêmê de dilniya bin.”

Herwiha Hicks Jr. li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Washingtonê jî got: “Sala derbasbûyî hejmarek rayedarên payebilind ên Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê kirin û îsal serdan dê berdewam bin. Ev pêwendî û têkiliya Amerîkayê ya ligel Herêma Kurdistanê heye, di asta bilind a wezaretan û kongresman de ye.”