Li Mêrdînê bûyera trafîkê: 6 mirî û 5 birîndar hene

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê minîbûsek wergeriya û di encam de li gor zanyariyên destpêkê 6 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.Li gor agahiyan, îro Duşemê 2ê Çileya 2023an li parêzgeha Mêrdînê li…

2 Çile 2023

 Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê minîbûsek wergeriya û di encam de li gor zanyariyên destpêkê 6 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan, îro Duşemê 2ê Çileya 2023an li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya navçeyên Midyadê û Mahsertê minibûsek wergeriyaye.

Di bûyerê de 6 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û cenderme çûne cihê bûyerê û 5 kesên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Li gor zanyariyan, 3 kesên birîndar bo nexweşxaneya Midyadê û 2 kes jî bo nexweşxaneya Mêrdînê hatine şandin.

Parêzgarê Mêrdînê: Lêpirsîn hat destpêkirin

Parêzgarê Mêrdînê Mahmut Demirtaş piştî bûyerê di daxuyaniyekê de ragihand, 6 kesên di bûyera trafîkê de canê xwe ji dest dane karmendên dewletê bûne.

Mahmut Demirtaş herwiha da xuyakirin, Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.