Li Dêrezorê 10 karmendên bîra petrolê hatin kuştin

Li parêzgeha Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyê 10 karmendên bîreke petrolê, di encama êrîşeke çekdarî de hatin kuştin û 2 karmend jî birîndar bûn.Îro 30.12.2022yê, ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê SANA ragihand, êrîşeke terorîstî bi ser otobusa karmendên bîra…

30 Kanûn 2022

Li parêzgeha Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyê 10 karmendên bîreke petrolê, di encama êrîşeke çekdarî de hatin kuştin û 2 karmend jî birîndar bûn.

Îro 30.12.2022yê, ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê SANA ragihand, êrîşeke terorîstî bi ser otobusa karmendên bîra petrolê ya li rojhilatê Sûriyê hat kirin û di encamê de 10 karmendên wê bîra petrolê hatin kuştin û 2 karmend jî birîndar bûn.

Ajansa SANA eşkere kiriye, sê otobusên ku karmendên bîra petrolê ya BP ya El Teym a li Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyê, rastî êrîşa terorîstî hatiye.