Pk: Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî Pîroz Be

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi peyamekê Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî pîroz kir.Berdawamîya peyama PAKê wisa ye:Îro Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî ye, Cejna Êzî ye.Hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka alandina hemû êş û elemên hemû xuşk û…

16 Kanûn 2022

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi peyamekê Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Berdawamîya peyama PAKê wisa ye:

Îro Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî ye, Cejna Êzî ye.

Hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka alandina hemû êş û elemên hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî.

Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bicîh anîna hemû mafên Kurdên Êzidî, ji bo alandina hemû êşên xuşk û birayên me yên Êzidî dê bernameyên taybet bicîh bînin.

Em cejna Êzî ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û yên li hemû cîhanê pîroz dikin.

16.12.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

1-323.jpg2-367.jpg3-338.jpg