Di êrîşa Îranê ya li ser binkeyên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê de Pêşmergeyek şehîd bû

Şeva borî 20.11.2022yê binke û cîhên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatin mûşekbaran kirin.Şeva borî binkeyên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li kampa Cejnekan a Hewlêrê, Kelha Demokrat a li Koye û navçeya Zirgwêz a li Silêmaniyê ji aliyê…

21 Mijdar 2022

Şeva borî 20.11.2022yê binke û cîhên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatin mûşekbaran kirin.

Şeva borî binkeyên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li kampa Cejnekan a Hewlêrê, Kelha Demokrat a li Koye û navçeya Zirgwêz a li Silêmaniyê ji aliyê Sipaha Pasdarên Îranê ve bi mûşek û dronan ve hatin bombebaran kirin.

Li gor zanyariyan, di wan êrîşan de Pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistan Îran ê bi navê Bêhzad Îskat ku wekî Çiyako dihate naskirin û xelkê bajarê Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûye.