PDKÎ :Hehmber Kuştar û Qirkirina Xelkê Kurdistanê Bêdeng Nebin

Navenda Pêwendiyên Navnetewî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq rewşa bajarê Mihabadê û hegera kuştina bêhejmar a xelkê vî bajarî rû bi rû ne, ji bo civatgeha cîhanî daxuyaniyek belav kir.Navenda Pêwendiyên Navnetewî ya PDKÎ, di vê daxuyaniyê de…

20 Mijdar 2022

Navenda Pêwendiyên Navnetewî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq rewşa bajarê Mihabadê û hegera kuştina bêhejmar a xelkê vî bajarî rû bi rû ne, ji bo civatgeha cîhanî daxuyaniyek belav kir.

Navenda Pêwendiyên Navnetewî ya PDKÎ, di vê daxuyaniyê de daxwaz ji civatgeha cîhanê û saziyên mirovdostan kiriye ku li hehmber kuştar û qirkirina xelkê Kurdistanê bêdeng nebin.
Navenda Pêwendiyên Navnetewî ya PDKÎ ragihandiye ku, pêwîst e civatgeha cîhanê û saziyên mirovdostanin li ser xelkê Kurdistanê û nemaze xelkê Mihabadê deng derxin û rê nedin rejîma Îranê, xelkê Kurd qir bike.